Îro cenazeyê Firsat Sofî ji bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin
Îro Pêncşemê 19 /11 / 2020an dê cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî ji bo herêma Kurdistanê bê vegerandin û bi merasîmekê bi xakê tê spartin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Pêncşemê 19 /11 / 2020an dê cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî ji bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin û bi merasîmekê bi xakê tê spartin.
Li gora daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Seroka Perlemanê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, wezîr, perlemanter û aliyên siyasî, merasîma anîna cenazeyê Firset Sofî birêve diçe û li bajarê Hewlêrê bi xakê tê spartin.
Fersat Sofî 41emîn parêzgarê Hewlêrê piştî 30 rojî ji pêketina bi vîrûsa Koronayê, duhî 18/11/2020an di temena 42 saliya xwe de li Enqerê koça dawiyê kir.
Profîla Firset Sofî:
- Di 21-5-1978an de li gundê Xezne yê navçeya Çomanê ji dayik bûye.
- Doktoraya wî di Yasayên Navdewletî de hebû.
- Li Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê mamoste bû.
- Endamê xula çarem a Perlemana Kurdistanê bû.
- Endamê Desteya Rawêjkariya Yasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Komîteya Bilind a Çaksaziyê bû
- Serokê Komîteya Demkî ya Peyrewa navxwe ya Perlemana Kurdistanê bû.
- 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû.