Mesrûr Barzanî: Em di Hikûmetê de şahidê dilsoziya Firset Sofî ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî Diktor Firset Sofî de ragihand, “Em di Hikûmetê de şahidê dilsoziya Diktro Firset Sofî ne”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara merasîma xatirxwastinê ya Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî Diktor Firset Sofî de ragihand, “Em di Hikûmetê de şahidê dilsoziya Diktro Firset Sofî ne”

Îro cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî Diktor Firset Sofî ji Enqerê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê merasîma xatirxwastina wî birêve çû. Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed ve hat xwendin.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: "Bi mixabinî û xemgîniyek kûr em îro ji bo xatirxwestinê ji heval, dost û kesayetiyekî lêhatî civîne. Diktor Firset Sofî kesekî destpak, dilsozê gel û welatparêzan bû. Diktor Firsat Sofî mirovekî xakî bû û her erkek pê bihata raspardin, bi dilsozî û ciddî dikir. Ji ber vê yekê îro gelê Kurdistanê ji ber koçbarkirina wî gelekî xemgîn e. Ev jî sermayeke mezin a manewî ya gelekî girîng e. Ev belgeya dilsoziya Firset Sofî li xizmeta gelê Hewlêrê û gelê Kurdistanê bi giştî bû."

Di beşeka din a gotara Serokwezîrê Herêma kurdistanê de hat, “Armanca sereke ya Diktor Firset ew bû ku bê cudayî xizmeta xelkê kurdistanê û bajêrê Hewlêrê bike. ew gelekî bi xema kasibkar û xelkê  b hejar bû. Ji ber vê yekê bi şev û roj di xizmeta gel de bû û bi berdewamî bi gel re di nava têkiliyê de bû. Mixabin mirinê rê neda ku zêdetir xizmetê bike.”

Mesrûr Barzanî got: “Em di Hikûmeta Herêmê de şahid in ku bi rastî ew li hemberê wê sûnd xwariye û sozên ku bi gelê Hewlêr û Kurdistanê dayê, dilsoz bû.”

Di dawiya gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Di prosesa çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Firsat Sofî yek ji dakokîkarê encamdana çaksazî û geşepêdana Herêma Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê jidestdana Diktor Firsat ziyaneke mezin e ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û valahiyek mezin dirust dike."