Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê şehîd Hozan Ebûzêd bibîr tîne

– Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd de daxuyaniyek belav kir û ragihand, tişta xemgîn ew e ku şehîd Hozan ji aliyê kesên ku diviyabû rojnamegeran biparêzin hat şehîdkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd de daxuyaniyek belav kir û ragihand, tişta xemgîn ew e ku şehîd Hozan ji aliyê kesên ku diviyabû rojnamegeran biparêzin hat şehîdkirin.

Di daxuyaniya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê de hatiye: “Îro 8 sal di şehîdbûna rojnamevan Hozan Ebûzêd re derbas dibin ku di 19-11-2012an de li bajarê Serê Kaniyê Serêkaniyê ji aliyê komeke çekdar a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hate kuştin.”

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê dibêje: “Dema ku em şehîd bi bîr tînin, em dixwazin rojnamevanên ku dozên gel danîne pêş çavên xwe û dixwazin rastiyê weke xwe ji gel re veguhêsin bi bîr bînin, heta ku bi kar û van nirxên jiyana xwe bikin berdêlê wê. Şehîd Hozan jî yekemîn şehîdê ragihandinê li rojavayê Kurdistanê ye û tişta xemgîn ew e ku ji aliyê kesên ku diviyabû rojnamegeran biparêzin hat şehîdkirin.”

Diyar kir jî: “Şehîd Hozan di tevgera ciwanên Kurd de xwedî roleke diyar bû û çalakvanekî ragihandinê bû, heta ku karîbû baweriya gelek kanalan bi dest bixe ku vîdeoyên wî wek çavkaniyên nûçeyên pêbawer bikar dianîn.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Em di Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê de û di salvegera hevpîşeyê me Hozan Ebûzêd de soz didin şehîd û gelê xwe yê Kurd ku em ê ji xwîna şehîdên ragihadinê li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê re dilsoz bimînin.”

Li dawiyê jî Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê radigihîne: “Em bang li rêxistinên mafê rojnamegeran dikin ku I rola xwe rabin û kujerên şehîd Hozan aşkere bikin û bidin dadgehên dadperwerane.”