Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê bi ser 92 hezaran ket
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 530 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 530 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 530 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 154 kes li Hewlêrê, 127 kes li Silêmaniyê, 183 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê, 39 kes li Germiyanê, 7 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand; 21 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 4 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 329 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 92010
Mirin: 2934
Başbûn: 56647
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.