Mîrê Êzidiyan ji ber koça dawiyê ya Firset Sofî, serxweşiyê li Serokê Hikûmetê dike

Mîrê Êzdiyan û Serokê Encûmena Bilind a Ruhanî ya Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bi boneya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî, serexweşî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzdiyan û Serokê Encûmena Bilind a Ruhanî ya Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bi boneya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Firsat Sofî, serexweşî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Di nameyekê de, Mîrê Êzdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg hevxemiya xwe ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û malbata koçkirî nîşan da û daxwaza lêxweşbûn û rehmetê ji xwedêyê destbilind kir, herwiha sebr û aramî ji malbata wî re xwast.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî 30 rojî ji pêketina bi vîrûsa Koronayê û mana di bin çavdêriya bijîşkî de, duhî Çarşemê 18 Mijdara 2020an koça dawiyê kir. Îro jî bi merasîmekê li goristan Şêx Ehmed ya bajarê Hewlêrê bi xakê hat spastin.