Ji ber belavbûna Koronayê Efrîn ber bi karesateke mirovî ve diçe

Li Efrînê ji ber xemsarî û guhnedana hêzên Tirkî û grûpên çekdaran di rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê ji ber xemsarî û guhnedana hêzên Tirkî û grûpên çekdaran di rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de, di du rojan de 115 kes tenê li gundekî Efrînê bi Koronayê ketine. Rêxistineke mafên mirovan jî hişyariyê ji rûdana karesateke mirovî dide.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li gundê Mîrka yê navçeya Mabeta vîrûsa Koronayê bi awayekî berfireh belav bûye û pêketina 115 kesan bi wê vîrûsê hatiye tomarkirin.

Wê rêxistinê diyar kir, ji wê hejmarê 102 kes xelkê gund yên resen in û 13 kes jî koçberên ereb ên li wan gundan hatine bicih kirin in. rewşa hin pêketiyan giran e û ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatine veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, Ew gund ji duhî ve hatine kerentînekirin. Herwiha encamên 70 testî jî hîna derneketiye û egere hejmare di rojên bê de zêdetir bibe.

Efrîn ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, Rêxistina Mafên Mirovan berpirsatiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê dixe stûyê hikûmeta Tirkiyê grûpên çekdaran ku di rûbirûbûna Koronayê de xemsar in û rêkar û rênimayên xweparêziya ji Koronayê ferz nakin.

Li gor zanyariyên K24ê re jî, hemû nexweşxaneyên Efrînê tije bûne û êdî cih ji nexweşên Koronayê re nemane û gelek kêmanî di alavên henasedanê û derman de heye, ji ber wê bi hezaran pêketiyên Koronayê li malên xwe dimînin û çareseriyên li ber dest werdigirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, sazî û rêxistinên navdewletî yên mirovî û tendirustî derbasî û li gor zanyariyan tenê hin saziyên Tirkiyê alîkar û hevkariyên pêşkêş dikin. Grûpên çekdar jî piraniya wan hevkariyan tenê li koçberên ereb beêab dikin û kurdan jê bêpar dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê hişyariyê dide û dibêje, heger rewşa belavbûna vîrûsa Koronayê bi vî awayekî berdewam bike, dê karesateke mirovî rû bide.