Seydo Çeto: Çareseriya kêşeyên Şingalê, cîbicîkirina vê rêkeftinê ye

Serokê Civata Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto li ser cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ragihand: “Kilîta çareseriya kêşeyên Şingalê cîbicîkirina vê rêkeftinê ye.”

 

Hewlêr (K24) – Serokê Civata Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto li ser cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ragihand: “Kilîta çareseriya kêşeyên Şingalê cîbicîkirina vê rêkeftinê ye.”

Serokê Civata Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto ji Şarya beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser xebatên cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Neteweyên Yekbûyî ji Hewlêr û Bexdayê daxwaz dike ku rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bilez were cîbicîkirin, li ser vê mijarê Seydo Çeto diyar kir ku îro li parêzgeha Mûsilê civînek hat pêkanîn û eşkere kir: “Bi amadebûna nûnerên partî û pêkhateyên li Şingalê, weke; Êzidî, Misilman, Sunne, Şîe, Ereb, Kurd, xelkê deverê, nûnerê hemû serokeşîran, hemû amade bûn di civîna îro de ligel Neteweyên Yekbûyî û parêzgar, gengeşe hat kirin li ser rêkeftina ku hatiye îmzekirin, di 1ê meha 10 a 2020an de, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî, li ser meseleya Şingalê.”

Seydo Çeto destnîşan kir: “Her yek nêrîna xwe got, ku divê li Şingal emn û eman peyda bibe. Pêdivî ye îdareya şer'î vegere Şingalê, pêdivî ye aware bizîvirin, pêdivî ye Şingal bête avadankirin. Li ser vî esasî, ev rêkeftin hatiye îmzekirin. Bêguman Şingal yek ji wan neh navçeyan e ku devera madeya 140 jê re dibêjin 'deverên nakokî li ser', îdareya her du hikûmetên federalî û Bexdayê ye, li ser vî esasî ev rêkeftin û bendên di vê rêkeftinê de, piştî serdana şandên ji Bexdayê, serdana Şingalê kirin û ev şandên nûnerên Êzidiyan, nûnerên Şingalê heke diçine Bexdayê, ba Serokwezîr û ba parlemento û ba Neteweyên Yekbûyî û têne Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî, bêguman gilî û gazindên wan arîşeyên li Şingalê digihînin van aliyên peywendîdar.”

Çeto da zanîn: “Em wisa dibînin ku çareseriya devera Şingalê û arîşe û aloziya li Şingalê heye, çareseriya wê, cîbicîkirina van bendên rêkeftinê ye ku di navbera her du hikûmetan de hatiye îmzekirin. Heke em berê xwe bidinê, heta niha li gor amarên duh jî, %70 xelkê Şingalê hê jî aware ne. Ji neh navçeyan û 23 nahiyeyan, li ser asta parêzgeha Neynewa 32 deverên îdarî, heta niha awareyên hemû deveran zîvirîne û îdareya şer'î ya hemû deveran zîvirîne, ji bilî Şingal û nahiyeyên pê ve girêdayî.”

Li ser sedema venegera awareyên Şingalê, Seydo Çeto eşkere kir: “Sedema venegera van awareyan jî ew e ku aloziya li Şingalê heye, nebûna îdareya şer'î, ne ewlehiya deverê, ev sedemên wê yekê ne ku awareyên Şingalê heta niha venegeriyane cih û warên xwe.”

Li ser hebûna çekdarên Heşda Şe'bî li Şingalê, diyar kir: “Divê hikûmeta Bexdayê, wan hêzên nerewa berî hemûyan derbixe, ya dîtir Heşda Şe'bî û artêş û polîsên navxweyî, erkên wan di vê rêkeftinê de hatine dabeşkirin, bo nimûne; navendên bajêran bi dirêjahiya 5 kîlometre di destê ewlehiya niştimanî û polîsên navxweyî de, lê derveyî navendên bajêran, artêş û Heşda Şe'bî.”

Hinek alî diyar dikin ku me ji bo Şingalê otonomî, rêveberiyeke xweser ragihandiye, li ser vê mijarê Serokê Civata Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto diyar dike: “Ew jî cûreyek ji aloziya îdarî ye, aloziya îdarî çi ye? Heke aliyek serbixwe ragihîne û bibêje 'em îdareya xweser a Şingalê ne'.”

Herwiha dibêje: “Îdareyên ne rewa, ez wisa dibînim ku kêşeyan çareser nakin. Îro xuya bû ji vê kombûnê, weke Jeanine Plasschaert îşaret pê da, ev rêkeftin dê were cîbicîkirin û bi nêrîna min, di zûtirîn wext de jî înşallah.”

Li ser cîbicîkirina rêkeftinê eşkere dike: “Ji vê kombûna îro, xwendina min; Nûnera Neteweyên Yekbûyî Jeanine Plasschaert îşaret pê da, ku ev rêkeftin hemahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê, bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî dê bête cîbicîkirin.”

Seydo Çeto destnîşan dike: “Kilîta çareseriya kêşeyên Şingalê cîbicîkirina vê rêkeftinê ye.”

Serokê Civata Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto dide zanîn ku gelek rêxistinên navdewletî ku li Şingalê dixebitîn, ji ber astengî û aloziyên li deverê, nikaribûn xebata xwe bikin.

Fly Erbil Advertisment