Kurdekî rojhilatê Kurdistanê di 138 saliya xwe de wefat kir

Hacî Ehmed Sofî yê nişteciyê bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê di temenê xwe yê 138 salî de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hacî Ehmed Sofî yê nişteciyê bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê di temenê xwe yê 138 salî de koça dawî kir.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand; Hacî Ehmed Sofî di 9ê Sibata 1882an de ku gundê Qişlaqî yê bajarê Bane jidayîk bûye û piştre çûye li bajarê Seqizê niştecî bûye û li wê derê bi jineke xwedî pênc zarok re zewiciye.

Her çiqas yek ji wan zarokê wî yê rasteqîn nebûye, lê bûye bapîrê nêzîkî 100 neviyan.

IRNA destnîşan dike ku eger Hacî Ehmed Sofî heta 27ê Sibata 2021ê li jiyanê bûya, temenê wî digihîşt 139 salî.

Ji ber rêkarên xweparastina ji vîrûsa koronayê, taziya koça dawî ya zilamê herî bi temen ê rojhilatê Kurdistanê û Îranê nayê danîn.