Îranê dest danî ser keştiya sotemeniyê!

Hat ragihandin ku di keştiya bi alaya Panamayê de zêdeyî 300 hezar lître sotemeniya neyasayî heye.

Navenda Nûçeyan (k24) - Arteşa Îranê dest danî ser keştiyek bi ala Panamayê. Li gor daxûyaniyan di keştiyê de 300 hezar lître sotemeniya qaçax heye ku ji Kendava Fars hilgirtiye.

Ajansa Nûçeyan a Nîv-fermî ya Fars dibêje, "Ji hêla Hêzên Deryayî yên Artêşa Îranê operasyonek bir ser keştiyê û 10 karmend hatin desteserkirin."

Hat ragihandin ku di keştiya bi alaya Panamayê de zêdeyî 300 hezar lître sotemeniya neyasayî heye.

Derheqê neteweyên karmendên hatine desteserkirin de çi agahî nehatine dayîn.

Fly Erbil Advertisment