Bilindbûna buhayê dolar jiyana xelkê rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye

Buhayê dolarê li hember lîreya Sûrî bilind dibe, di her çend demjimêran de bilindbûneke nû tomar dike.

 

Qamişlo (K24) - Buhayê dolar li hember lîreya Sûrî bilind dibe, di her çend demjimêran de bilindbûneke nû tomar dike. Pereguhêr dibêjin; sedema vê bilindbûnê, ne ji rojavayê Kurdistanê ye, lê ji ber Banka Navendî ya Şamê ye.

Careke din buhayê dolar li hember lîreya Sûrî bilind bûye. Niha 100 dolar, dike 250 hezar lîreya Sûrî.

Xwediyê dikana guhertina diravan li Qamişlo, Ehmed Heso ji Kurdistan24ê re diyar kir ku bilindbûna buhayê dolar girêdayî Şamê ye.

Bilindbûna buhayê dolara Amerîkî, buhayê alavên li bazarê jî bilind dike û welatiyên rojavayê Kurdistanê baca vê yekê didin.

Piraniya xelkê rojavayê Kurdistanê mûçe û karê wan bi lîreya Sûrî ye, gilî û gazin berdewam in û ti çare jî ji vê kêşeyê re tine ye.

Rêveberiya Xweser jî dibêje; şiyana wan tine ye ku buhayê dolar daxînin.