Li Til Rifetê 4 zarokên Efrînê di teqînekê de birîndar bûn

Li devera Til Rifetê ya li rojhilatê Efrînê 4 zarokên Efrînî di encama teqîna bombeyeke vedayî de birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Til Rifetê ya li rojhilatê Efrînê 4 zarokên Efrînî di encama teqîna bombeyeke vedayî de birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li nava zeviyeke darên zeytûnan a gundê Şêx Îsa yê nêzîkî Til Rifetê, bombeyeke vedayî bi hejmarek zarok de teqiya û di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Li ser rewşa zarokên birîndar, wê rêxistinê diyar kir ku lingê zarokekî hatiye birîn û birînên 3 zarokên din sivik in û li nexweşxaneyên deverê tên dermankirin.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, zêdetir ji 300 hezar Efrînî derbider bûn, beşek ji wan di nava kampan de û beşek jî li bajarokê Til Rifet û gundên derdora wê bi cih bûn.

Bajarokê Til Rifetê û derdora wê ji Sibata 2016an ve di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye û hin xalên hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê lê hene.