Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 361 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 361 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 361 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 66 kes li Hewlêrê, 75 kes li Silêmaniyê, 176 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê, 8 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 20 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 4 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 371 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 92938

Mirin: 2977

Başbûn: 57517

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.