Li rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo berjewendiya giştî û li ser biryarên Şaneya Krîzê qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin..

Li gor biryara qedexeyê:

- Qedexeya giştî ji 26ê Mijdarê û heta 5ê Berçile li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

- Di heyama qedexeyê de, hemû dibistan, zanîngeh û dayingeh li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser tên girtin.

- Tevgera çûnûhatina otombîlan li navçeyên Rêveberiya Xweser tê qedexekirin. Tenê tevgera bazirganiyê berdewam dibe.

- Hemû sazî û dezgehên fermî tên girtin, ji bilî saziyên xizmetkariyê.

- Di heyama qedexeya giştî de, hemû avahiyên saziyên fermî û dibistan tên pakkirin.

- Saziyên ragihandinê kar li ser hişyarkirina welatiyan û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê dikin.

- Biryara qedexeyê li mexweşxane û firneyan bicih nabe. Ji bo dermanxaneyan jî, tîmên tendirustiyê karê wan birêk dixe.

- Asankarî ji tevgera cotkaran û firoşkarên sotemeniyê re tê kirin.

- Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn naveroka qedexeyê bicih bînin.