Li rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 58 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 58 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 58 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 14 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 2 kes li Dêre Zorê, 11 kes li Şehbayê, 2 kes li Cil Axa, 1 kes li Dirbêsiyê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 67 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6478 kesan, ji wan 932 kes baş bûne û 172 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.