Li Iraqê 2 hezar û 136 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 38 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 136 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 2 hezar û 202 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 23ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 537 hezar û 457 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 11 hezar û 996 kesan canê xwe ji dest dane.