Firat: Heta tifaqa bi MHPê re hebe, pêvajoyeke nû zehmet e

Li ser nîqaşên cardin destpêkirina pêvajoya çareseriyê, siyasetmedar Diyadîn Firat diyar kir: Heta tifaqa bi MHPê re hebe, pêvajoyeke nû zehmet e.

 

Enqere (K24) – Li ser nîqaşên cardin destpêkirina pêvajoya çareseriyê, siyasetmedar Diyadîn Firat ragihand: “Eger şirîkatiya MHP û AKPê dewam bike, di pêşerojê de, di mesela Kurd de, di mesela ziman de, di mesela mafên însanan de proseyeke nû, ez texmîn nakim çêbibe.”

Ev demek e di nav siyaseta navxwe ya Tirkiyê de pêvajoya aştî û çareseriyê ya sala 2013 û 2015an û îhtimala jinûve destpêkirina pêvajoyê tê nîqaşkirin. Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû; ew ê di demokrasî û aborî û hiqûqê de heyameke nû ya reforman bidin destpêkirin. Herwiha ew dixwazin pêşeroja xwe di nav Yekîtiya Ewropayê de ava bikin. Pirsa 'gelo hikûmet dê çareseriya pirsa Kurd careke din bixe rojeva an na?' di rojeva siyasî de bi germî tê nirxandin.

Li gor şîrovekarê siyasî Omer Polat pêvajoya çareseriyê ji bo Kurdan û Tirkiyê gelek baş bû, lê hin hêzên navdewletî, ev pêvajo têk bir, Polat dide zanîn ku her çiqas niha bi eşkere di rojeva hikûmeta Tirkiyê de ev mesele tinebe jî, hikûmet dê car din berê xwe bide Kurdan.

Omer Polat ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Her çiqas îro Bahçelî ketiye nav polîtîkaya asîmîlasyonê li ser Kurdan dike, ez texmîn dikim ku Erdogan dê dîsa mîna berê, bi awayê wê nebe jî, bi awayekî din heqekî dê bide Kurdan.”

Li aliyê din siyasetmedar Diyadîn Firat jî dide zanîn ku heta şirîkatiya AK Partiyê bi MHPê re bidome, zehmet e ku hikûmeta AK Partiyê ji bo Kurdan pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Diyadîn Firat ji Kurdistan24ê re ragihand: “Halekî wisa aniha naxuye, çimkî şirîka wî MHP partiyeke nijadperest e û wexta ku eger şirîkatiya MHP û AKPê dewam bike, di pêşerojê de, di meseleya Kurd de, di mesela ziman de, di mesela mafên însanan de proseyeke nû, ez texmîn nakim çêbibe.”

Li aliyê din, Endamê Lijneya Şêwirmendiya Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç ji bo Selahedîn Demîrtaş daxwaza azadkirinê kiribû, lê belê Erdogan bertek nîşanî daxuyaniya Bulent Arinç da û got; ew fikrên wî yên şexsî ne û me eleqedar nake. Herwiha Erdogan li ser nîqaşên tifaqa bi MHPê re jî peyameke zelal da û got; tifaqa cumhurê dê bidome.