Li Tirkiyeyê piştî 51 rojan civînên parlamentoyê ji nû ve dest pê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê piştî 51 rojên bêhnvedana havînê, deriyê xwe ji bo serdema nû ya yasadananê bi merasîmeke taybet vekir. Merasîm dê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan birêve biçe.
Yek ji xalên herî girîng ên rojeva vê serdema parlamentoyê, avakirina bilez a Komîteya Çavdêriyê ya bo proseya çekdanîna PKKê ye. Li gorî zanyariyên medyaya Tirkiyeyê, ev komîte dê ji 17 endaman pêk were û erkê wê yê sereke jî şopandin û çavdêrîkirina pêngavên proseya aştiyê ye, ku wekî proseya “Tirkiyeya bê teror û çekdanînê” tê binavkirin.
Hat diyarkirin ku endamên vê komîteya çavdêriyê dê li gorî hejmara kursî û fraksiyonên partiyên siyasî yên di nava parlamentoyê de bên diyarkirin.
Serdema nû ya xebatên parlamentoyê dê bi gotara Erdogan dest pê bike. Herwiha tê çaverêkirin ku ji 6ê mehê ve jî civînên asayî yên parlamentoyê ji bo gotibêjkirin û dengdan li ser projeyasa û biryarên nû bi awayekî fermî dest pê bikin.