Qonaxên destpêkê yên rêkeftina Şingalê bi cih dibin
Wek destpêkek ji bo cibicîkirina qonaxên rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Ferderal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 3 lîwayên Polîsa Federalî di navbera Şingal û sînorê Sûriyê de bicih bûn.
Şingal (K24) – Wek destpêkek ji bo cibicîkirina qonaxên rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Ferderal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 3 lîwayên Polîsa Federalî di navbera Şingal û sînorê Sûriyê de bicih bûn. Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de jî, bi serperiştiya Netewên Yekgirtî îdariya nû ya Şingalê bê danîn. Ev jî li cem Şingaliyan dibe cihê dilxweşiyê.
Xelkê Şingalê çaverê ne qonaxên rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bicih bibe, da ku jiyan asayî bibe û dest bi avedankirinê bê kirin û ji jiyana koçberî û derbideriyê xilas bibin.
Xelkê Şingalê vê rêkeftinê bi girîng dibînin, bi taybet ku vê demê ji her demeke din bêtir pêwîstî heye ku îdareyeke bihêz Şingalê birêve bibe, aramiyê peyda bike û derfetên kar veke û gund û komelgehan ava bike.
Pêngava yekê ya rêkeftina Şingalê kete ware bicihkirin û 3 lîwayên Polîsa Federal ku ji 6 hezar polîsan pêk tê, di navber Şingal û sînorê Sûriyê de bicih bûne. Tê çaverêkirin jî di rojên bê de bi amadebûna nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, îdareya nû ya Şingalê bê danîn.