Nûnerê Brîtanya li NY: Bang li Hewlêr û Bexdayê dikin rêkeftineke demdirêj bikin

Nûnerê Brîtanya li Netewên Yekgirtî daxwaz ji Bexda û Hewlêrê dike, rêkeftineke demdirêj li ser jêderan û dabeşkirina dahatê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Brîtanya li Netewên Yekgirtî bang ji Bexda û Hewlêrê dike, rêkeftineke demdirêj li ser jêderan û dabeşkirina dahatê bikin.

Encûmena Asayişa Navdewletî bi beşdariya her pênc endamên hertimî yên Encûmenê û Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê, duhî derbarê Iraqê de civiya.

Di civînê de, Cîgirê Nûnerê Brîtanyayê yê Hertimî li Netewên Yekgirtî James Roscoe gotarek pêşkêş kir û behsa dawî pêşhatên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke gotara xwe de Roscoe ragihand, Brîtanya bi başbûna pêwendiyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi rêkeftina Şingalê xweşhal e. Ji wê rêkeftinê, bi hezaran Êzidî dê vegerin  ser cih û warên xwe.

Herwiha ragihand, “Pêwîst e grûpên çekdaran bi hevkar bin ji bo bicihkirina wê rêkeftinê. Di heman demê pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina xizmetkariyan û geşkirina aboriyê de hevkar bin.”

Herwiha got: "Em bang li Bexda û Hewlêrê dikin ku rêkeftineke demdirêj li ser jêderan û dabeşkirina dahatê pêk bînin.”