Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî dişîne Hesekê

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 35 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojistî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 35 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojistî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 35 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojistî di riya sînorî Welîd re ji Herêma Kurdistanê derbasî parêzgeha Hesekê kirin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi berdewamî alîkariyên serbazî dişîne baregehên xwe yên leşkerî yên rojavayê Kurdistanê. Roja 9ê vê mehê jî 35 barhilgir alîkariyên leşkerî şandibû.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî General Kevin Copsey roja 24ê vê mehê li Rimêlana rojavayê Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, bi qurbanîdana Pêşmerge û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wan karî DAIŞê têk bişkînin.

General Kevin Copsey got jî, ji bo peydakirina aramiyê li Sûriye û Iraqê, ew di piştevanîkirina Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqê de berdewam bin.