Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 304 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 304 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 304 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 98 kes li Hewlêrê, 72 kes li Silêmaniyê, 105 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 18 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê, ne.

Herwiha ragihand; 14 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 539 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 96201

Mirin: 3132

Başbûn: 60165

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.