Çekdaran 3 welatiyên kurd ên Efrînê revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, 3 kes li navçeya Raco û Mabeta revandin û darên zeytûnan li navçeya Bilbilê dibirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, 3 kes li navçeya Raco û Mabeta revandin û darên zeytûnan li navçeya Bilbilê dibirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 26ê vê mehê welatiyê bi navê Mihemed Heyder ji gundê Heyatê yên li navçeya Mabeta revand. Heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Wê rêxistinê da zanîn jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 25ê vê mehê jî li 2 kes (Elî Ednan Hec Elî û Remezan Mihemed Hec Elî) ji bajarokê Raco revandin. Çarenivîsa wan jî heta niha ne diyar e.
Ji aliyekî din ve, heman rêxistinê ragihand, grûpa Feyleq El-Şam duhî rê neda cotkarên gundê Penêreka yê li navçeya Bilbilê biçin nava zeviyên xwe û zeytûnên xwe biçinin û wan dest bi birîna darên gundiyan kirin.