Li rojavayê Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 6 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 77 pêketî jî hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li rojavayê Kurdistanê 6 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 77 pêketî jî hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, di 24 demjimêrên borî de 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Haletên mirinê, 3 kes li Şehbayê,  2 kes li Qamişlo û 1 kes li Hesekê hatine tomarkirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 77 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wan, 9 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Kobanî, 9 li Tebqa, 11 li Reqa, 3 li Minbicê û 23 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 13 kes ji wê vîrûsê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7031 kesan, ji wan 195 kesan canê xwe ji dest dane û 1032 kes baş bûne.