Li Hacî Omeran madeya hişbir hate desteserkirin
Kesekî xwastiye du kilo madeya hişbir ji cureya Tilyak di riya xala sînorî ya Hacî Omeran re derbasî Herêma Kurdistanê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Asayişê/Hewlêr ragihand, li sînorê Hacî Omeran du kilo madeyên hişbir hatin desteserkirin ku kesekî dixwast wê bîne Herêma Kurdistanê.
Li gor daxuyaniyê Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir, tometbarekî xwastiye du kilo madeya hişbir ji cureya Tilyak di riya xala sînorî ya Hacî Omeran re derbasî Herêma Kurdistanê bike, lê ew ligel madeya hişbir hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin, niha tometbar li gor madeya 14 a yasaya Nehîştina Madeya Hişber hatiye desteserkirin û lêpirsîn pê re tê kirin.