Jinên li Kampa Dareşekran çalakiyek encam dan
Jinên li Kampa Dareşekranê ya penaberên rojavayê Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Hember Tundiya li ser Jinan çalakiyek encam dan.
Hewlêr (K24) - Jinên li Kampa Dareşekranê ya penaberên rojavayê Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Hember Tundiya li ser Jinan çalakiyek encam dan û daxwaza rawestandina tundiya li ser jinan dikin.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Hember Tundiya li ser Jinan, jinên penaberên rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Dareşekranê çalakiyek encam dan.
Li Navenda Qedrîcan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çendîn çalakî bi boneya vê rojê hatin lidarxistin.
Rêkxera çalakiyê Suheyla Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand ku wan pêşangehek ji bo hunerên destê jinan vekirine.
Di heman çalakiyê de tabloyên ku bi destê keç û jinên penaber hatine çêkirin, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin pêşandan.
Di Roja Cîhanî ya Têkoşîna Hember Tundiya li ser Jinan de ji roja 25ê Mijdarê heta 10ê Kanûnê, li seranserê cîhanê çalakiyên bi vî rengî ji bo mafên jinan tên lidarxistin.