Duyem pêngava rêkeftina Şingalê hat cîbicîkirin
Duyem pêngava rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya li ser Şingalê hate cîbicîkirin.
Şingal (K24) – Duyem pêngava rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya li ser Şingalê hate cîbicîkirin.
Li Şingalê di pêngava duyem de alayên hêzên nerewa hatin daxistin û çar lîwayên polîsê federal li Şingalê hatin bicîkirin.
Hêza Parastina Êzidxanê vê rêkeftinê di berjewendiya Şingalê de dibîne.
Di nava Şingalê de nêzîkî 20 hezar kes li ser 7 hêzên cuda hatine belavkirin, lê di vê rêkeftinê de divê hemû 5 kîlometre ji Şingalê dûr bin û hêzên nerewa li Şingalê nemînin û ji bilî ala Iraqê, alayeke din neyê bilindkirin.
Piştî her du xal hatin cîbicîkirin, xala sêyem jî dê were cîbicîkirin û îdareyeke nû ji bo Şingalê dê were danîn, da ku ewlehî û aramî li deverê werin pêkanîn û xelkê aware vegerin cih û warê xwe.
