Li Mexmûrê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Dezgeha Dijeterora Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê li nêzîkî Mexmûrê pêk anî û 6 çekdarên wê rêxistinê kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê li nêzîkî Mexmûrê pêk anî û 6 çekdarên wê rêxistinê kuştin.
Dezgeha Dijeterora Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê êrîşî ser şaneyên razayî yên DAIŞê li nêzîkî Mexmûrê kirin.
Askere kir jî, hêzên wan di wê êrîşê de rasterast rûbirûyî 6 çekdarên DAIŞê bûn. Wan karîn 3 çekdaran bikujin. 3 çekdarên din jî ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve hatin kuştin.
Dezgeha Dijeterora Iraqê diyar kir, di wê operasyonê de, tenê endamekî wê birîndar bûye.