Wezîrê Tendirustiyê sedemên kêmbûna hejmara pêketiyan aşkere dike

Piraniya nerînan di wî alî de ne; deriyên dibistanan heta destpêka sala bê girtî bimînin.

Hewlêr (K24) – Girtina deriyên dibistanan amara Koroniyê li Herêma Kurdistanê kêm kir, ji ber vê yekê piraniya nerînan di wî alî de ne; deriyên dibistanan heta destpêka sala bê girtî bimînin.

Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind a Perlemana Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku Korona hîn jî li ser jiyana xelkê metirsiyeke cidî ye û nabe bi kêmbûna hejmara pêketiyan re, biryara vekirina deriyê dibistanan were dayîn.

Herwiha Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî sê sedeman aşkere dike ku bandora wan li ser kêmbûna hejmara pêketiyan hebûn û dibêje, rewş heta astekê kontrolkirî ye.

Dr. Saman Berzencî ji K24ê re got: "Di dawiya meha Cotmehê de gihîştin lûtkeya belavbûna Koronayê û ji wê rojê ve jî ku pêketina bi Koronayê ve kêm dibin.”

Got jî: "Beriya her tiştî girtina dibistanan roleke wê ya mezin di kêmkirina hejmara pêketiyan de hebû. Herwiha danîna maskeyan û danîna cezayan li ser ne kesên mask bikar nedanîn û kampanyayên hişyarkirina tenduristiyê, bi taybetî kampanyayên niştimanî yên ku me ragihandiye, roleke wê ya mezin hebû."

Wezareta tenduristiyê, komîteya tenduristî û perwerdeyê ya Perlemanê û tîmên pişknînê, mijûlî wê yekê agahiyan li ser rêjeya Koronayê kom dikin û rewşê dinirxînin.

Biryardara Komîteya Tendirûstiyê jî pabendbûna welatiyan û girtina deriyên dibistanan, sedema kêmkirina pêketiyan dizane.

Biryardara Komîteya Tendirûstiyê Rojan Silêvaneyî dibêje: "Girtina deriyê dibistanan yek ji sedemên ku bandoreke wê ya mezin hebû, hejmara pêktiyên Koronayê û rêjeya mirinê kêm bibe."

Îro biryara girtina dergehên dibistanan a di meha derbasbûyî de hatibû dayîn bi dawî bibe û pêwîstî bi biryarek nû heye. Tevî ku hemû eger li ser dirêjkirina biryara girtina deriyên dibistanan e ji bo berjewendiya giştî, lê Wezareta Tendirûstiyê, Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind rapora xwe ya derbarê rewşê de amade kiriye û dê îro di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de pêşkêş bike.