Dema derketina PKK û Heşda Şeibî ji Şingalê bi dawî dibe
Îro roja dawî ye ji bo hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tevahiya baregehên xwe li nava Şingalê vala bikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja dawî ye ji bo hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tevahiya baregehên xwe li nava Şingalê vala bikin.
Peyamnêrê K24ê Mahîr Şingalî da zanîn, îro ji serê sibê ve hêzên YBŞê yên ser PKKê ve dest bi valakirina baregehên li Şingalê kirine.
Peyamnêrê me got: “Fermandarê Operasyonên Neynewayê bi hêzeke mezin gihişte Şingalê. Her wiha 4 lîwayên Polîsên Federalî li hemû navçe û qezayên Şingalê bi cih bûne. Biryar e jî Fewca Yekem a artêşa Iraqê herêmên di navbera Şilo û Eynşebabîk de biparêze û Fewca Duyemîn jî herêmên di navbera Şilo û Herdan de biparêze."
Di destpêka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya bo asayîkirina rewşa Şingalê, PKK û alîgirên wê li dijî wê rêkeftinekê kar dikin. Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, PKKê bi navê "Rêveberiya Xweser" îro careke din ji alîgirên xwe li Şingalê kiriye ku îro li dijî valakirina baragehan xwe pêşan bidin û dixwaze tevliheviyan derxe.
Derbarê çiyayê Şingalê de, peyamnêrê me got: “" Niha hejmareke zêde ji artêşa Îraqê li çiyayê Şingalê bicih bûne. Artêş û Polîsên Fedralî li tevahiya navçe û deverên Şingalê belav dibin û navenda xwe ava dikin.”
Li gorî rêeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê divê hêzên mîlîşyayan ji hemû deverên Şengalê derkevin.
Çavkaniyek ji ewlehiya Iraqê duh Duşemê ragihand, di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de, çekdarên ser bi PKK'ê ve 7 baregehên xwe li Şingalê vala kirin.