Pasewanên sînor yên Iraq û Îranê li Hacî Omeran dicivin
Îro şandeke pasewanên sînorê Iraqê li gel şandeke pasewanên sînorê Azerbaycana Rojava (parêzgeha Ormiyê) li deriyê navnetewî yê Hacî Omeran li Herêma Kurdistanê civiyan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro şandeke pasewanên sînorê Iraqê li gel şandeke pasewanên sînorê Azerbaycana Rojava (parêzgeha Ormiyê) li deriyê navnetewî yê Hacî Omeran li Herêma Kurdistanê civiyan.
Şandeya pasewanên sînorê Iraqê ji 13 kesan pêk tê û bi serkatiya fermandarê Emîd Hemmad Fazil Dizayî. Şanda Îranê ji 15 endaman pêk tê û bi serokatiya Emîdê Duyem Yehya Husênxaneyî ye.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, piştî civînê şanda Îranê dê li Soranê civîneke din dike û ew şande li Herêma Kurdistanê dimîne, heta ku sibe civîneke çapemeniyê li ser naverok û encamên civînên xwe lidar dixin.
Babeta kombûna her du şandeyan, asayişa sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê ye. Bi taybet sînorê parêzgeha Hewlêrê li deriyê sînorî ya navdewletî Hacî Omeran û Sîdekan e.
Pasewanê Sînorê Iraqê ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ye û berpirsê parastina deverên sînorî ye. Şandeya Îranê bi taybetî ji bo parastina asayişa sînorê Azerbaycana Rojava ye.
Parêzgeha Ormiyê yek ji parêzgehên mezin ên rojhilatê Kurdistanê ye û hevsînorê hewlêrê û beşek ji parêzgeha Silêmaniyê ye.