Operasyonên Hevbeş: Divê hemû hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê jî radigihîne, divê tevahiya hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ketiye warê cibicîkirinê. Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê jî radigihîne, divê tevahiya hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji K24ê re got: " Îro em berhemê rêkeftina ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê hatiye îmzekirin diçinin.”
Got jî: “Ev rêkeftina han ji bo kar û xebata hevbeş ya di navbera me û Hikûmeta Herêma kurdistanê de gelek giring e. Divê hemû hêzên neyasayî ji Şengalê vekişin. Ji bo vegerandina penaberan li ser herêmên xwe jî çi ji destê me bê emê bikin, divê ev navçe bê avedankirin.”
Lîwa Tehsîn Xefacî got: "Li gorî rêkeftinê, artêşa Iraqê û polîsên navxwe li Şingalê bicih dibin. Polîsên Federal jî navçeyên sînor diparêzin. Divê hemû hêzên derveyî rêkeftinê ji Şingalê derkevin"
Peyamnêrê K24ê li Şengalê bal kişand ser wê yekê: "Îro hêzên YPŞ'ê hejmarek ji navendên xwe li Şengalê vala kirin."
Li gor dema diyarkirî, divê îro 1/12/2020an hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Heşda Şeibî ji Şingalê derkevin.