Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 389 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 389 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 389 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 91 kes li Hewlêrê, 93 kes li Silêmaniyê, 170 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê, ne.
Herwiha ragihand; 23 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 325 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 97005
Mirin: 3169
Başbûn: 60688
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.