Îsal 20 pêketiyên AIDS li Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin
Di salvegera Roja Cîhanî ya AIDS de Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro ragihand, îsal 20 haletên AIDSê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û ji wan 17 kes biyanî ne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di Roja Cîhanî ya AIDS de Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro ragihand, îsal 20 haletên AIDSê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û ji wan 17 kes biyanî ne.
1'ê Berçile Roja Cîhanî ya AIDS'ê tê naskirin. Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi wê boneyê di daxuyanîyekê de dibêje ku wezareta wan “Wek her sal wan bi rêya saziyên tenduristiyê û bi alîkariya saziyên ragihandinê kampanyayên cuda yên hişyariyê bi wê vîrûsê diweşîne û şîretan li welatiyan dike ku xwe ji sedemên vegirtina wê vîrûsê dûr bixin.”
Nexweşiya AIDS ku bi sedema vîrûsa HIV çêdibe, nexwşiyek e metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Li seranserî cîhanê bi qasî 40 mîlyon mirov bi vîrûsa HIV'ê ne û salane zêdetirî 600 hezar mirov canê xwe ji dest didin.”
Wezareta tendirûstiyê got: "Bi bextewarî ve Herêma Kurdistanê bi sedema ku xwedî çandeke cuda ye û bi tedbîrên ku Wezareta Tenduristiyê ji bo lêgerîn û dîtina haletan digire ber xwe, rêjeya nexweşiyê û mirina bi vê nexweşiyê li gorî piraniya welatên cîhanê pir kêm e."
Li Herêma Kurdistanê û li gor amarên Wezareta Tenduristiyê, "Îsal zêdetirî 194 hezar testên vîrûsa HIV'ê hatine kirin, ji wê hejmarê tenê 20 haletên hilgirên vîrûsa AIDS'ê hatine tomarkirin ku ji wan 17 kes biyanî ne."
Li Herêma Kurdistanê ji salên destpêkê ve û heta niha 305 haletên vîrûsa AIDS'ê hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî û li gor daxuyaniyê tenê 52 pêketî li Herêma Kurdistanê bûn û 253 halet jî biyanî bûn."
Wezareta Tendirustiyê bang li welatiyan bi taybet ciwanan dike ku "ji sedemên vê nexweşiyê dûr bikevin û rêkarên xweparastina xwe bi cih bînin û xwe ji seksa nerewa dûr bikevin û hemû kerestiyên nepak yên dibin sedema birîndarbûna çerm bikar neyinin.
Di dawiya daxuyaniyê de Wezareta Tendirustiyê tekez li ser wê yekê dike, “Wezareta me bi berdewamî, bi rêya pişknîna pêşwext rêgiriyê li belavbûna vê nexweşiyê digire û karê xwe bi berdewam dike, da ku ev nexweşî li Herêma Kurdistanê belav nabe.”