Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsiya pêwendiyên Hewlêr û Mosko guftûgo dikin

Îro Sêşemê 1/12/2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li birêz Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov û şanda pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsya li Iraqê tekezî li ser pêşvebirina bêtir a pêwendIyan û bêtir serdanên şandeyên her du alîyan kirin. Li ser wê çendê hevbîr bûn ku pêwendîyên Hewlêr û Moskov tenê di warê hevkariya wizeyê de nemînin û divê bi taybetî di warê çandinî û pîşesazîyê de berfirehtir û piralî bibin. Ji bo wê armancê jî her du gavên praktîkî bên havêtin û nûnerên Herêma Kurdistanê beşdariyê di şandeyên Iraqê bo Rûsiya de bikin.”

Îro Sêşemê 1/12/2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li birêz Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov û şanda pê re kir.

Di dîdarekê de ku Konsolxanê Giştî ya Rusyayê li Hewlêrê amade bû, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Rûsiya re, karê kompanyayên wizeya Rusyayê li Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û ewlehîya Iraqê, hilbijartinên dahatûya Iraqê û pêwendîyên Hewlêr û Bexdayê û gengeşekirina çareserkirina arîşeyên wan, metirsIyên terorê û şerê li dijî DAIŞ û pirsên din ên cihê girîngiya her du aliyan ne, hatin guftûgokirin.

Herdu aliyan tekezî li ser wê çendê kirin, derfet û zemîna libar ji pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Rûsiya re bên berdestkirin, da ku berfirehtir bibe û di qonaxên bê de bêtir giringî bi pêşxistina pêwendiyên wan di warên çandinî û pîşesazîyê de bên dan. Herwiha hêsankarî di warê hatûçûya di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsiya de bê berfirehkirin û ji bo vê mebestê, behsa hebûna geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêrê û Mosko de hat kirin.