Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maxim Maximov kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maxim Maximov kir.
Di civînê de peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistamê û rewşa Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin û tekezî li pêşvebirin û bihêzkirina zêdetir a peywendiyan û bi taybetî veberhênan û danûstandinên bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekez kir ku nabe mijara mûçe û heqên darayî yên Herêmê, bibe karteke zextê ji bo sizakirina xelkê Kurdistanê. Herwiha eşkere kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir ji bo asayîkirina rewşa deverê, da ku ew dever were avakirin û aware vegerin cih û warên xwe.
