Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê li Hewlêrê pêşwaziya Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê li Hewlêrê pêşwaziya Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.
Di civînê de pêşhatên siyasî yên dawî yên Herêma Kurdistanê û encamên belavbûna vîrûsa koronoayê (Covid-19) bi taybetî di warê aboriyê de û qeyrana darayî ku rewşeke dijwar aniye holê û bandoreke neyînî li ser jiyan û debara welatiyan kiriye, kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federalî ya Iraqê û gotûbêj û hewla çareserkirina wan û çend pirseke din guftûgo kirin.
Her du alî tekezî li ser girîngî û pêwîstiya yekrêzî û tebayî û alîkariya di navbera aliyan û pêkhatên Herêma Kurdistanê de ji bo derbaskirina vê rewşê û dijwariyan û rûbirûbûna gefên vê qonaxê û paşerojê kirin.