Encûmena Wezîran pirsa mûçe û budceyê gengeşe dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gengeşekirina pirsa mûçe û budceyê û çend pirsên din dicive.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gengeşekirina pirsa mûçe û budceyê û çend pirsên din dicive.
Fermangeha Medya û Zanyariyan aşkere kir, Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro berî nîvro ji bo gengeşekirina babetan dicive.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de pirsa mûçe û bûdceya federalî ya sala 2021 li Iraqê, rêkxistina bedelên ku li hember pêşkêşkirina xizmetkariyên tên wergirtin, tomarkirina kompanyayên nû yên di warê tendirustî, derman û pêwîstiyên bijîşkî de û pirsên taybet ên çarçoveya projeya çaksaziyê de tên gengeşekirin.
Bexdayê di bûdceyê de pişkê ji sedî 13 li Herêma Kurdistanê sepandibû, di demekê de ku pêştir pişkê Herêma Kurdistanê ji sedî 17 bû.
Herêma Kurdistanê diyar dike ku ev rêje ne li ser bingeha rêkeftinekê, çi belgeyeke yasayî yan bingeheke zanistî ye. Herwiha gelek caran jî daxwaza serjimêriyeke berfireh ji bo çareserkirina arîşeya pişkê Herêmê kiribû.
Ji dema rûxana rêjîma Sedam Husên di sala 2003an de, nakokî li ser budceya giştî di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de heye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêştir ji mediyaya Iraqî û erebî re ragihandibû, pereyên ku Bexdadê ji Herêma Kurdistanê re dişîne, kêmtirî 5 ji sedî ji budceya federalî ye.