Seydayê Gurdilî ji ber vîrusa koronayê Koça dawî kir
Helbestvan û Welatperwerê navdar ê Bakurê Kurdistanê Mele Îmadedîn ango Seydayê Gurdilî li Êlihê ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvan û Welatperwerê navdar ê bakurê Kurdistanê Mele Îmadedîn ango Seydayê Gurdilî li Êlihê ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Seydayê Gurdilî bi helbestên xwe yên neteweyî dihat nasîn, yek ji helbestên wî yên herî navdar jî helbesta bo Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî nivîsî bû.
Li bakurê Kurdistanê hunermend û welatparêzek din ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Siyasetmedar û Helbestvan Mele Îmadedîn ê ku bi navê Seydayê Gurdilî dihat nasîn ev demek bu li Êlihê ji ber tuşbuna Vîrusa Koronayê dihat dermankirin. Di encamê de jî şeva derbasbuyî (02.12.2020) li Êlihê di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Malbata Seydayê Gurdilî da zanîn ku seyda 20 rojan ji ber Vîrusa Koronayê di nexweşxaneyek teybet de hat dermankirin û ji ber ku nexweşî lê giran bu hew karî ber xwe bide. Malbatê ji Kurdistan24ê re da zanîn ku termê Mele Îmamdedîn li gundê Kêrikê a girêdayî Êlihê hatiye veşartin û ji ber Vîrusa Koronayê jî dê teziye neyê danîn.
Mele Îmadedîn di sala 1932ê de li gundê Elbociya girêdayî Bismil a Diyarbekir hatibu dine û 20 salan meletî kiribu. Seydayê Gurdilî yek ji dilsozê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bû û derbarê Kurd û Kurdistanê de gelek helbestên wî hebu. Yek ji helbestên wî yên herî navdar jî helbesta bo Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî nivîsîyî bû.
Seydayê Gurdilî bavê 8 kur û 2 keçan bû û malbata wî da zanîn wî her dem dixwest, bîranînên xwe yên ku bi destxeta erebî nivîsî bû latînîze bike û çap bike.