Li Iraqê parlementerekî din jî bi koronayê canê xwe ji dest da
Parlementoya Iraqê îro 3yê Kanûna 2020an ragihand; parlementer Elî Ebûdî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementoya Iraqê îro 3yê Kanûna 2020an ragihand; parlementer Elî Ebûdî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da. Elî Ebûdî sêyem parlementerê Iraqê ye ku bi koronayê canê xwe ji dest dane.
Fraksiyona El Hekîm a li Parlementoya Iraqê di peyameke sersaxiyê de mirina Elî Ebûdî piştrast kir, ku endamê vê fraksiyonê bû.
Berî niha, di 24ê meha Mijdarê de parlementerê Iraqê Husên El Zehîrî û berî wî jî parlementer Xeyda Kembiş ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dabûn.