Diyarbekir 5 roj in di bin mijê de ye

Bi rojan e ku li Diyarbekirê mij bandora xwe li seranserê bajêr nîşan dide. Di çûnehata di nava bajêr de pirsgirêk çêbûn.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê mijê ji pênc rojan bandora xwe nîşan da. Ji ber mijê, bi dehan geştên balafiran ji Diyarbekirê û ji bo Diyarbekirê nehatin kirin. Pisporên keşûhewayê ragihandin ku dê sêşem û Çarşemê baran bibare û mij belav bibe. Pisporên keşeûhewayê dibêjin jî, di Zivistana îsal de baran kêm bariya lê di Çile û Sibatê de ew çaverê ne ku barana zêde bibare.

Bi rojan e ku li Diyarbekirê mij bandora xwe li seranserê bajêr nîşan dide. Di çûnehata di nava bajêr de pirsgirêk çêbûn. Mesafeya dîtinê heta 20 metreyan jî dadiket. Ji ber mijê bi dehan geştên balafirên ji Diyarbekirê ji bo Stenbol, Enqere, îzmîr û Antalyayê û her ji van bajaran jî ji bo Diyarbekirê hatin paşxistin. Pispora keşûhewaya Damla Erol got; roja sêşem û çarşemê li herêma Diyarbekirê baran dibare û mij balav dibe.

Pispora Keşûhewayê Damla Erol ji K24ê re got: "Li gorî texmîna me dê li Diyarbekirê ji îşev û pê de heta roja Sêşem û Çarşemê baran bibare. Bi vê baran û bagerê jî dê ev mij belav bibe. Dawiya hefteyê jî dê germahiya hewayê 1-2 pile zêde bibe."

Li gorî salên berê li temamê Tirkiyeyê îsal baran kêm dibare ev jî dibe sedem ku bendav, gol, çem û ava binerdî kêm dibe. Li gorî texmînên pisporên keşûhewayê, bi taybetî barana ku van rojan bibare ji bo metreducarê 15-20 kîlo ye û ev jî ne baraneke zêde ye lê ji bo belavbûna mijê û cotkariyê baş e.

Damla Erol dibêje: "Dema ku em li meha mijdar û kanunê dinêrin em dibînin ku li gorî salên borî îsal kêmtir baran bariya ye. Lêbelê hêj zivistan bi dawî nebûye. Em hêvîdar in ku meha çile û sibatê dê bi şilî derbas bibe."

Pisporên keşûhewayê dibêjin, li seranserê cîhanê şilî kêm bûye lêbelê hêviya wan ew e ku di herdu mehên dawî yên zivistanê de baraneke têr bibare. Pispor, cotkar û welatiyan hişyar dikin ku avê bi sexbêrî bikar bînin.

Fly Erbil Advertisment