Iraq derbarê nifşê nû yê Korona de hişyariyê dide

Wezareta Tenduristiyê daxwaz ji welatiyan kir, maskan bi kar bînin, dûrketina fîzîkî biparêzin û destên xwe bi berdewamî bişon.

Nifşê nû yê Koronayê li Brîtanyayê belav bûye
Nifşê nû yê Koronayê li Brîtanyayê belav bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirûstî û Jîngehê ya Iraqê piştî belavbûna vîrûsa nû ya Korona li çend welatên cîhanê, hişyarî da hemû welatiyan û got, heger ev cureya nû li welat belav bibe, dê bilez û metirsîdar be.

Piştî derketina nifşê nû yê vê vîrûsê li Brîtanyayê, nîgeraniyeke mezin li ser asta cîhanê çêbûye, ji ber ku ev cureyê nû ji vîrûsên din zêdetir metirsîdartir e û bilez tê vegirtin.

Ji ber wê jî, zêdetir ji 20 welatan dest bi girtina rêkarên bilez ên xweparastinê kirin û çûnûhatina bejahî û esmanî bo welatên ku ev vîrûs lê belav bûye qedexe kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat gotin, "Em bang li welatiyên xwe dikin ku tedbîrên pêşîgirtinê û rênimayên tenduristiyê yên ji aliyên fermî ve hatine derxistin, bi temamî bi cih bînin."

Herwiha wezaretê daxwaz ji welatiyan kir, maskan bi kar bînin, dûrketina fîzîkî biparêzin û destên xwe bi berdewamî bişon. Herwiha daxwaz ji dukan, xwaringeh û cihên giştî kir, pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.

Ev yek di demekê de ye, di hefteyên dawiyê de li Îraqê pêketina bi vîrûsa Koronayê kêm tê tomarkirin. Lê hejmara kesên canê xwe ji dest didin kêm nebûye.

Li Iraqê heta roja îro 584 hezar û 145 kes bi Koronayê ketine û ji wan jî 12 hezar û 697 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha 520 hezar û 969 kes bi temamî baş bûne.

Fly Erbil Advertisment