Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Divê Demirtaş were berdan
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş de biryara xwe da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş de biryara xwe da.
DMMEyê eşkere kir ku zindanîbûna Selahattin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.
Ji parêzerên Selahattin Demirtaş, Benan Molu derbarê biryara DMMEyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand: “DMME bi biryara xwe ya dîrokî ya derbarê Selahattin Demirtaş de, biryara demildest berdana Demirtaş daye. Bi vê biryarê, hemû tohmetbarkirinên derheqê muwekîlê me de vala derketin û eşker bû ku muwekîlê me 4 sal in bi sedemên siyasî rehîn hatiye girtin.”
DMME di 20ê Mijdara 2018an de derbarê Demirtaş de biryarek dabû û him hikûmeta Tirkiyê û him jî parêzerên Demirtaş îtiraz kiribûn.
Hikûmeta Tirkiyê li dijî temamê biryarê derketibû, lê parêzerên Demirtaş daxwaz kiribûn ku beşa "li ser gumaneke maqûl hatiye girtin" car din were nirxandin.
Selahattin Demirtaş di 4ê Mijdara 2016an de ligel Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag û 9 parlamenterên din, bi îdiayên weke "damezrandina rêxistinekê bi mebesta tawanê", "endambûna rêxistineke terorê", "endambûna rêxistineke terorê ya çekdarî", hatibû binçavkirin û piştre bo Girtîgeha Cûreya F ya Edîrneyê hatibû şandin.