Gora Hikumdarê Merwaniyan Nasirudewle li Sûrê hat dîtin
Gora ku hatî dîtin ya dawîn Hikumdarê Merwaniyan Mensûr Nasirudewle ye û gora hevjîna wî Sitînas Xanim jî li kêlekê ye.

Diyarbekir (K24) – Li Sûr a Diyarbekirê bi xebat û lêkolînên Dîrokzan Arafat Yaz gorek a hikumdarekî Kurd hat dîtin. Gora ku hatî dîtin ya dawîn Hikumdarê Merwaniyan Mensûr Nasirudewle ye û gora hevjîna wî Sitînas Xanim jî li kêlekê ye. Gor piştî 924 salan hatiye dîtin û ji wezareta Çand û Geştiyariyê hatiye xwestin baştir were parastin.
Li navçeya dîrokî Sûr a Diyarbekirê di nava Keleha Diyarbekir de goreke yek ji Hikumdarên Dewleta Merwaniyan ku dewletek a Kurdan e hat dîtin. Gor a dawîn hikumdarê Merwaniyan Nasirûdewle ye ku piştî 924 salan hatiye dîtin. Gor ji aliyê Lêkolînerê dîroka Îslamê û Pisporê Dîroka Merwaniyan Dîrokzan Arafat Yaz ve hatiye kifşkirin. Arafat Yaz dibêje ev demeke dirêj e ew li ser dîroka Merwaniyan lêkolînan dike û tez a xwe ya doktorayê jî derbarê Merwaniyan de kiriye û di gelek belgeyên dîrokî de ji aliyê dîroknasan ve jî tê destnîşankirin ku gora Mensûr Nasirudewle raserê çemê Dîcle, di hewşa Keleha Diyarbekirê de ye û gora Hevjîna wî Sitînas Xanim jî li kêleka gora wî ye ku navbera wan de dîwarek biçûk heye.
Dîrokzan û pisporê dîroka Îslamê Arafat Yaz ji K24ê re got: "Îbnul Ezrak ê ku derheqê Merwaniyan de herî agahiyên girîng dide di qerna 12. de jiya ye, 80 sal piştî Nasirudewle wefat kiriye. Berhemek nivîsiye derheqê Merwaniyan de. Yê dûyemîn Îbnî Şeddad e di qerna 13. de jiya ye û agahiyên girîng dide. Hem dîroknas e hem erdnîgarnas e. Derheqê erdnîgariya vê derê de gelek agahî dane. Ew jî dibêje gora wî li vir e. Îbnî Taxrîberdî jî di qerna 15. de jiyaye û behsa vî tiştî dike. Sîbt îbnul Cewzî jî dibêje gora wî li vê derê ye."
Dewleta Merwaniyan di navbera salên 978 û 1085an de hikim kiriye û Mensur Nasirudewle hikumdarê dawî yê Dewleta Merwaniyan e û bi awayeke teqez nayê zanîn ku kengê hatiye dine. Lê di sala 1096an de li Cizîra Botan wefat kiriye û hevjîna wî terme wî aniye Diyarbekirê. Dîrokzan Doktor Arafat Yaz balê dikêşe ku Merwaniyan berhemên hêja dane ku Pira Deh Derî jî yek ji wan berheman e û Mensur Nasirudewle jî grîngî daye çand û avahîsaziyê.
Dîrokzan Arafat Yaz dibêje: "Dîrok her tişt e. Dîrok gelek girîng e. Milletê me li vê derê derbarê dîrokê de hinek sar in. Li dîrokê xwedî dernakevin. Dîrok her tişt e. Wek mînak berê ji dîrokê re mêju digotin. Mêju mejî ye. Hişê mirovan e, serê mirovan e. Pêşiyên me qiymeta dîrokê dizanin. Ev tê wê wateyê ku çiqas girîngî didan dîrokê."
Gora Mensur Nasirudewle niha di hewşa Keleha Diyarbekirê de, li ser Bircên Diyarbekir , raserê Dîcle li Baxên Hewselê bi awayeke bênav temaşe dike. Dîrokzan Arafat Yaz daxwaznameyek pêşkêşî Gerînendehiya Çand û Geştiyariyê Ya Diyarbekir kiriye ku navê hikumdarê Kurd Nasirudewle li ser gora wî were nivîsîn û bi awayeke fermî cihê gora wî bê pesendkirin û li benda bersivê ye.