Nêçîrvan Barzanî: Parastina jîngehê berpirsyariyeke mezin a neteweyî e

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta Roja Cîhanî ya Jîngehê peyamek belav kir û tê de ragihand ku parastina jîngehê û rûbirûbûna bandorên guhertinên seqayî tenê erkê hikûmetê nîne, belkî berpirsyariyeke mezin a neteweyî û mirovî ya hevpar e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Înî, 5ê Hezîrana 2026ê) di Roja Cîhanî ya Jîngehê de peyamek belav kir û tê de silav û rêzên xwe pêşkêşî hemî jîngehparêz, rêxistin û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kirin, ku bi dilsozî ji bo parastina xweza û jîngehê ciwan a Kurdistanê kar dikin.

Nêçîrvan Barzanî eşkere jî kir ku jîngehê û rûbirûbûna encamên guhertina seqayî de erkê hikûmetê tenê nîne, belkî berpirsyariyeke mezin a neteweyî û mirovî ya hevpar e. Herwesa got: “Erkê me tevan e ku di navendên perwerdeyê, malbat, medya û dezgehan de bi hev re ji bo belavkirina hişyariya jîngehparêziyê û kêmkirina xeteriyên li ser xwezaya welatê xwe kar bikin.”

Di pareke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her car pabendî hevkarî û karkirina hevpar a ligel Hikûmeta Îraqa Federal û civaka navdewletî ye, ji bo bicihanîna rênimayên pêdivî pêxemetî parastina çavkaniyên xwezayî û misogerkirina jîngeheke saxlem û paşerojeke baştir ji bo nifşên paşerojê.

Roja Cîhanî ya Jîngehê her sal di 5ê Hezîranê de tê saxkirin. Herêma Kurdistanê û Îraq di nav wan welatan de ne yên ku herî zêde di bin bandora zuhabûn, bilindbûna pileya germê û guhertinên tund ên seqayî de ne, ji ber vê yekê Serokatiya Herêma Kurdistanê di salên dawiyê de giringiyeke taybet dide pirojeyên keskatî û kêmkirina gaza karbonê.