Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Biryara Dadgeha Ewropayê bo berdana Demîrtaş, pûç û vala ye!

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand; biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bo berdana Demîrtaş, pûç û bê wate ye!
Suleyman Soylu li Enqerê di civîna asayişê de axivî û li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derheqê berdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand; biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pûç û bê wate ye.
Soylu her wiha got, Ewropa dijminatiya Tirkiyê dike û Ewropa bi vî rengî nikare xwe pak bike.
Duh Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî biryara Dadgeha Ewropayê bo berdana Demîrtaş red kiribû.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêr bang li Tirkiyê kir; Selahedîn Demîrtaş berde.
Demîrtaş ji payîza sala 2016 ve heta niha di girtîgehê de ye.