Li Xarpêtê erd hejiya
Li Xarpêta bakurê Kurdistanî îro demjimêr 09.37 'an erdhejek bi pileya 5.3 Richter rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Xarpêta bakurê Kurdistanî îro demjimêr 09.37 'an erdhejek bi pileya 5.3 Richter rû da.
Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand, navenda erdhejê li bajarê Xarpêtê ye û bi pileya 5,3 pileyî ye. Li gor Rasadxaneya Kandîllî, li Kavaktepeya Xarpêtê bi hêza 5.6 pileya rîxter erdhej çê bû.
Li bajarên Diyarbekir, Meletî, Riha, Çewlîg û Dêrsimê jî hest bi erdhejê hat kirin.
Parêzgarê Xarpêtê Erkaya Yirik li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, "Tevî ku demjimêr di 09.30 'an erdhej pêk hat, lê ziyan nîn in. tîmên me xebatên xwe yên li qadê bi baldarî pêk bînin.”
Destpêka îsal jê erd li bajarên Xarpêt û Melatiyê hejiyabû û di encamê de hejmarek xanî û avahî hilweşiyabûn û 41 kesan canê xwe ji dest dabûn û nêzîkî 1500 kes jî birîndar bûbûn.