ÎHD'ê raporek ser binpêkirinên li girtîxaneyan belav kir

Li gorî raporê, di mehên Îlon, mijdar û Kanûna 2020an da, 9 girtî jîyana xwe ji dest dane û 24 girtî jî rastê îşkence û miameleya xirab hatine.

Girtîxaneyeke Tirkiyê
Girtîxaneyeke Tirkiyê

Enqere (K24) – Ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ve, rapora 3 mehan ya Binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn hat eşkere kirin. Li gorî raporê, di mehên Îlon, mijdar û Kanûna 2020an da, 9 girtî jîyana xwe ji dest dane û 24 girtî jî rastê îşkence û miameleya xirab hatine. Her wiha li gorî raporê, girtîyekî ji ber bi telefonê bi Kurdî axivîye rastê cizayê dîsîplînê hatîye. Li alîyê li girtîgehan greva birçîbûnê jî di roja 48an da dewam dike. Li gorî mafnasan, hikûmet guh nade daxwazên girtîyên sîyasî û mixalefet jî zêde naxe rojeva xwe.

Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê, rapora 3 mehan ya Binpêkirinên Mafan yên li girtîgehên Herêma Anataolyaya Navîn bi daxuyanîyekê çapemenîyê eşkere kir.

Li gorî raporê, li girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn, di mehên Îlon, mijdar û Kanûna 2020an da, 4 ji wan ji vayrosa coroanyê 9 girtî jîyana xwe ji dest dane û 24 girtî jî rastê îşkence û miameleya xirab hatine. Her wiha li gorî raporê, girtîyekî ji ber bi telefonê bi Kurdî axivîye rastê cizayê dîsîplînê hatîye. Dîsa tê destnîşankirin ku rêveberîya girtîgehen ji bo nameyên bi Kurdî astengîyan derdixe.

Rêvebera Komeleya ÎHDê Nuray Çevîrmen got: “Li girtîgehên herêma Anatolyay Navîn, jê 46 jin herî kêm 284 girtîyên nexweş hene. Ji wan rewşa 98an giran e. Divê dewlet bi awayekî lezgîn midaxeleyê girtîyên nexweş bike û wan derman bike. Her wiha şert û mercên girtîgehan gelekî xirab in. Divê girtîgeh li gorî şertên însanî bin. Îşkence û mixameleya xirab gihîştiye astekê metirsîdar e.”

Li alîyê din li hin girtîgehan ji alîyê girtî û mehkûman ve greva birçîbûnê jî ber bi 50 rojî ve diçe. Hevserokê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat dide zanîn, ku hikûmet heta niha derbarê grevên birçîbûnê da tu pêngavekê neavêtîye û mixalefet jî zêde vê mijarê nexîstîye rojeva xwe.

Hevserokê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat ji K24ê re got: “Girtîyên sîyasî ku ketine greva birçîbûnê xwedî du daxwazên sereke ne; ya yekem, bila tecrîda ser Îmrali û Ocalan bê rakirin, ya duyem jî; ji bo ku binpêkirinên li girtîhen û miamaleya xirab bê rakirin. Heta niha hikûmet tu daxuyaniyekê nehatîye. Rewş ber bi xeterîyê ve diçe.”

Bi armanca ku tecrîda Îmralîyê ya li ser rêberê PKKê Ebdulah Ocalan rabe li hin girtîgehan nêzî 300 kes di 27ê Mijdarê da dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorê kiribûn. Greva birçîbûnê ber bi 50 rojî ve diçe û hin sîyasetmedarên girtî yên HDPê jî di greva birçîbûnê da ne.