Li Qamişlo grûpeke keçan helmeta ajotina bisiklêtan ragihand
Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê grûpeke keçan helmetek bi navê "Ez biskilêt dixwazim" dan destpêkirin.

Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê grûpeke keçan helmetek bi navê "Ez biskilêt dixwazim" dan destpêkirin.
Grûpeke keçan li Qamişlo helmetek dan dest pêkirin û navê "Ez biskilêt dixwazim" lê danîn.
Ciwanên ku beşdarî vê helmetê bûne, ji Kurdistan24ê re ragihand; armanca vê helmetê ew e ku biskilêt di jiyana rojane de werin bikaranîn û ew bi biskilêtê biçin ser karê xwe.
Herwiha eşkere dikin; yek ji armancên vê helmetê jî ew e ku nêrîna civakê ya li ser keçên biskilêt diajon, biguherînin.


