Dihok: Li Kampa Domîzê karkerekî bi sedema elektrîkê canê xwe ji dest da

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kampa Domîzê ya parêzgeha Dihokê, di dema karkirinê de elektrîkê du karker girtin û di encamê de yek ji wan canê xwe ji dest da.

Parêzerê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Sendîkayên Karkeran Kîvî Receb îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî nîvroya îro di dema karkirinê de li nav Kampa Domîzê, elektrîkê du karker girtin û di encamê de yek ji wan yekser canê xwe ji dest da."

Parêzerê Sendîkaya Karkeran amaje bi wê yekê jî da ku ew qurbaniyê canê xwe ji dest dayî navê wî Mihemed Salih Remezan e, jiyê wî 26 sal bû û zewicî nebû.

Kîvî Receb ron jî kir ku piştî gihandina termê wî bo Bijîşkiya Dad û kirina lêkolînên bijîşkî yên pêdivî, termê wî radestî malbata wî hate kirin.

Navbirî herwesa nîgeraniya xwe diyar kir û eşkere kir ku amara mirina karkeran li parêzgeha Dihokê di dema karkirinê de li beranberî sala borî ber bi zêdebûnê ve çûye.