Tekyeya Şaheyas cihekî pîroz ê bawermendên Yarsan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Tekyeya Şaheyas a li devera Dînewerê ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, yek ji cihên herî pîroz ên peyrewên ola Yarsan e ku mezargehên çendîn kesayetiyên mezin ên vê baweriyê di hembêza xwe de digire.

Gundê Cûnawa yê li nahiyeya Dînewerê ser bi qezaya Sehneyê li parêzgeha Kirmaşanê, cihekî gelekî taybet e di nava bawermendên ola Yarsan de. Ev gund navenda Tekyeya Şaheyas e, ku nêzîkî 400 sal berê ji aliyê kesayetiyê olî Axa Ebbas ve hatiye damezrandin. Tê gotin ku Axa Ebbas ji eşîra Nanekelî ya Başûrê Kurdistanê bûye û beriya çar sedsalan tevî hejmareke mezin ji endamên eşîra xwe koçî navçeya Dînewerê kiriye û ev tekye ava kiriye.

Di ola Yarsan de, 11 malbatên pîroz û xanedan hene ku serkêşiya manewî ya milên cuda yên vê baweriyê dikin. Xanedana Şaheyas malbata 11emîn û dawîn e, lewma di nava peyrewên Yarsan de wekî "Xatem" a vê baweriyê tê naskirin. Axa Ebbas jî damezrênerê vê tekyeyê û yekemîn Seyîdê vê malbatê tê qebûlkirin.

Bawermendê Yarsan Ramîn Fexrî ji Kurdistan24ê re ragihand, di vê tekyeyê de, ji bilî Axa Ebbas, çendîn kesayetiyên din ên malbata Şaheyas hatine veşartin. Yek ji wan goran, gora keça Axa Ebbas, Kinaçê Perî ye, ku li ser kêla wê sala 1125an a Koçî-Hetaweyî (beriya nêzîkî 300 salan) hatiye kolandin.

Fexrî her wiha destnîşan kir, di nav mezargehê de kaniyek heye ku bawermend bawer dikin şifabexş e û dibe dermanê çendîn nexweşiyan, nemaze ji bo perçiqandin û avêtina kevirên gurçikan.

Herwiha peyrewê Yarsan Seyîd Melek Dekeyî da zanîn ku li hewşa tekyeyê dareke mezin a çinarê heye ku tê gotin bi destê Axa Ebbas bixwe hatiye çandin. Temenê darê bi qasî temenê tekyeyê ye (nêzîkî 400 sal) û ji aliyê bawermendan ve wekî dareke pîroz tê parastin û xizmetkirin.

Mirûd û peyrewên Tekyeya Şaheyas bi piranî li deverên Dînewer û Kengawerê yên parêzgeha Kirmaşanê dijîn. Lê belê hezkirî û peyrewên vê tekyeyê tenê bi herêmê ve ne sînordar e; li navçeyên din ên Îranê yên mîna Qezwîn, Hemedan û Tewrêzê, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî di nava eşîra Nanekelî de û heta li welatê Hindistanê jî hejmareke berbiçav a peyrew û şopînerên vê rêbazê hene.